Welatî ji ber salvegera erdhejê ji êvarê pê ve çûn li ber Abîdeyê Erdhejê, ya ku li ser avahiyên hilweşiyan hatiye çêkirin.
Welatiyan kulîlk danîn li ser bloqên ku ji bêtonê hatiye çêkirin û li ser navê wan kesên ku di erdhejê de mirine hatiye nivîsandin û pêşangeha wêneyan ziyaret kirin.
Şev dereng hejmara kesên ku li ber Abîdeya Erdhejê civiyan her çû zêde bû.
Xebatkarên Miftitiya Yalovayê di merasîmê de dia kirin û îlahî xwendin.
Parlementerê Yalovayê yê AK Partiyê Temel Coşkun û Serokê Şaredariyê Vefa Salman, nûnerên partiyan û gelek welatî beşdarî merasîme bûn.
- Li Golcukê merasîm
Li Golcukê jî di saet 03.02an de ji bo kesên ku di erdhejê de mirine merasîmek hat li dar xistin.
Welatî ji ber salvegera erdhejê çûn li ber Abîdeyê Erdhejê, ya ku li ber qeraxa Kavakliyê hatiye çêkirin, kulîlk danîn û dia kirin.
Waliyê golcukê Adem Yazici û Şaredarê Golcukê Mehmet Ellibeş di merasîmê de axivîn û ji bo miriyan rehmet xwestin.