RAMALLAH
Hat ragihandin ku Îsraîlê ji sala 1967an vir va nêzî 850 hezar filistînî derdest kiriye.
Ji bo minasebeta "salvegera Nekseyê ya 48emîn" Serokê Yekeya Lêkolîn û Tomarkirinê ya Saziya Dîl û Azadan a Rêxistina Rizgariya Filistînê Ebdunasir Ferwane daxuyaniya nivîskî da.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ji sala 1967an vir va hejmara filistîniyên ku hatine girtin nêzî 850 hezarî ne.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku Îsraîl ji hezîrana 1967an vir polîtîkaya derdestkirinê dimeşîne û wiha hat gotin: "Derdestkirina filistîniyan bûye perçeyekî siyasetê. Rojê herî kêm 10 kes tên girtin. Hêzên dagirker ferqê nake navbera jin, zarok, nexweş û kal û pîran û operasyonên derdestkirin û binçavkirinê didomîne. Ferqê nake navberê û hemû gelê filistînê derdest dike."
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin yên ku tên derdestkirin pêrgî êşkenceya fizîkî û psîkolojîk tên.