19 Îlon 2016•Rojanekirin: 20 Îlon 2016
BRUKSEL
Li Brukselê bernameya "Hefteya Çanda Kurdan" a ku komeleyên alîgirê PKKê ewê li dar bixistina bi destê şaredariyê hat betalkirin.
Bernameya "Hefteya Çanda Kurdan" a ku alîgirên PKKê beşdar dibûnê ewê îsa di 22yê îlonê da li Brukselê cara 3yan bihata lidarxistin, Şaredariyê berê destûr dabû lê belê Şaredarê Brukselê Yvan Mayeur bê hincet bername betal kir.
Bernameyê bi destê komeleyên nêzîkî PKKê yên li Belçîkayê û HDPê bihata lidarxistin.
Şaredariya Brukselê beriya vê destûr dabû PKKya rêxistina terorê ku li paşiya avahiya Konsêya Ewropayê konê xwe dayne. Di 18ê adarê da Lûtkeya Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê hatibû lidarxistin û PKKê di vê demê da konê xwe danîbû, Tirkiyeyê bertek nîşan dabû.