19 Îlon 2016•Rojanekirin: 21 Îlon 2016
KILIS/EZEZ
Bi Herekata Mertalê Feratê va herêm ji rêxistinên terorê hat paqijkirin û di navbera Ezez û Cerablûsa navçeyên Helebê da korîdorek hat vekirin, bi vekirina vê rêyê va hem rêwîtî di ewlehiyê da derbas dibe hem jî bazirganî zêde dibe.
Hin welatiyên Sûriyeyê di ewledariyê da rêya 90 kîlometreyî ya di navbera Babelselama herêma Ezez û Cerasblûsê da diçin û tên. Hin kes bi vê rê digihêjin malên xwe yên ku berê terk kiribûn, hin kes jî bi vê rêyê va diçin herêmên ewledar.
Li ser rêya ku rexberî sînorê Tirkiyeyê dirêj dibe gelek ciyên kontrolê hatin avakirin, leşkerên girêdayî Artêşa Sûriyeya Azad bi hûrgilî li wesayît û merivan digerin û welatî bi wesayîtên xwe va rêya xwe didomînin. Herêm ji DAEŞa rêxistina terorê hatiye paqijkirin lê belê ji ber tirsa mayînan mixalif ji rêwiyan ra tefsiye dikin ku bira aliyekê rê bi kar bînin. Mixalif alîkariyê didin hin saziyên ku ji ber xetereyê ditirsin herin herêmê û wan derbas dikin.
Li navbera Cerablûs û Çobanbegê da operasyon dewam dikin ji ber vê li wê derê zêde wesayît tunin, li navbera Ezez û Çobanbegê tehdît tunin ji bo vê li wê derê qerebalixiya wesayîtan heye.
- Ji Cerablûsê masî, ji Ezezê sebze
Piştî ku rêya di navbera Ezez û Cerablûsa navçeyên Helebê vebû bazirganiyê jî car din dest pê kir. Masiyên ku ji çemê Firatê tên girtin dişînin Ezezê, ji Ezezê jî sebze û fêkî dişînin Cerablûsê.
Li herdu navçeyan bazirganî pêş ket û welatî dan û stendinê dikin.
Dîwarê ewlehiyê ya li ser sînorê Tirkiyeyê hatiye çêkirin jî rê li ber qaçaxçîtiyê digre.

