Önder Beyter
01 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2017
BAKU/MEZARÊ ŞERÎF
Bi minasebeta hezar û 378emîn salvegera li Kerbelayê şehîdkirina neviyê Hezretî Mihemed, Hezretî Huseyîn û rêhevalên wî, li Azerbeyxan û Efxanistanê bernameyên bibîranînê hatin lidarxistin.
Li Bakuya paytexta Azerbeycanê ji serê sibehê şûnda xelkê azerî berê xwe da mizgeftan û li wir Qur'an xwendin, bona Hezretî Huseyîn û rêhevalên wî dia kirin û ew bi bîr anîn. Herwiha alayên reş li mizgeftan hatin daliqandin û dîsa hinekan ligel mersiyeyan zincîr li xwe dan û sîngê xwe kutan.
Herwisa kampanyaya xwîndayînê ku ev çend sal in li wî welatî bi minasebeta meha muharemê tê lidarxistin, îsal jî dewam kir. Xelkê li mizgeftan xwîn da û ji bo xwîndayînê dorên dirêj çêbûn.
Meha muharemê li Azerbeycanê wekî meha şînê tê qebûlkirin. Ji ber hindê di vê mehê da dîlan û şahî nayên kirin.
- Efxanistan
Li Efxanistanê jî bi beşdariya bi sed hezaran kesî va merasim hatin lidarxistin.
Şîayên hazarî serê sibehê berê xwe dan mizgeftan û bona şehîdên Kerbelayê giriyan, şîn kirin, zêmarî xwendin, sîngê xwe kutan û bi zincîran li xwe dan.
Mizgeftên şîayan bi rengê reş hatin nuxamtin û dîsa di weazan da tiştinên ku hatin serê Hezretî Huseyîn wekî mersiye hatin gotin.
Li bakurê welat li bajarê Mezarê Şerîf xelk li ser rê û kolanên li ber Rewzeya Şerîf ku wisa tê bawerkirin, tirbeya Hezretî Elî ye, kom bûn û nivîsên "Hezretî Elî, Hezretî Huseyîn" vekirin.
Di dawiya matemên Kerbelayê da nan, av û şerbet îkramî şîayan kirin û herwiha ji ber ewlekariyê hemû kolanên nava bajêr hatin girtin.
Dîsa polêsê Efxanistanê jî ji ber Roja Eşûreyê dora mizgeftên şîayan bi barîqatan girtin, kesên ku hatin mizgeftê jî bi dedektoran ser wan geriyan.