KAHİRE- Haber Analiz / Kemal Öztürk-Kemal Firik
Rabîa di erebî de tê wateya "çar", "çaremîn" ev wate li Misrê bû nîşana berxwedana li dijî derbekaran. Beriya kujeriyê bi 10 hezaran kes li Qada Rabîatûl Adewiyeyê kom bûn. Bi destên xwe "çar" nîşan dan û xwestin ku deng û peyamên xwe bi dinyayê bidin bihîstin. Wênaya/Vîzyona van kesên ku bi dest û tiliyên xwe vê sembolê nîşan didan ji aliyê AAyê ve hat kişandin. Lê piştî çend saetan artêşê mudaxeleyê van çalakvanan kir û nayê zanîn ku niha di çi rewşê de ne.
Li Misrê çalakiyên li dijî derbekeran li Qada Rabîatûl Adewiyeyê tê kirin û ev yek ji aliyê çapemeniya Dinyayê ve jî ji nêz ve tê teqîpkirin. Bi hezaran kes qadê tijî kirine û nêzî du mehan e ku çalakiyên xwe didomînin. Bi saya berxwedanê ev qad bi qasî Qada Tahrîrê bi nav û deng bû. Lê mixabin ev Qada Rabîatûl Adewiyeyê, bû şahidê kujeriya li ser sivîlan. Lewra ev qad ji sedan kesî re bû gor.
Ev qad, navê xwe ji Rabîatûl Adewiyeya jineke misilman a oldar digire. Lewra Rabîatûl Adewiye ji ber ku di jiyana xwe de têkoşîna azadiyê daye her tim tê bibîranîn. Bi çalakiyan, wateya ku ev nav, di nav xwe de dihewîne ji bo Misriyan rê li semboleke nû vekir. Di dema derbeyê de derbexwazên ku li qada Tahrîrê kom bûn, bi tiliyên destê xwe nîşana serfiraziyê dikirin. Li ser nîşana wan, gelê ku li Qada Rabîatûl Adewiyeyê jî kom bûn him ji bo ku neşibin derbexwazan û him jî ji bo wateya vê navê bi tiliyên destên xwe "çar" nîşan dan . Li ser vê ev nîşan roj bi roj di nav derbenexwazan de belav bû û weke sembola "serfiraziyê" belav bû û hat bikaranîn.
Nûçevanê AAyê Kemal Fîrîk di şeva 13ê tebaxa 2013an de ji bo ku vê mijarê bike nûçe, çû Qada Rabîatûl Adewiyeyê. Der barê mijarê de bi çalakvanan re axivî. Çalakvanan diyar kir ku ev sembola nû, nîşana ew kesên ku li dijî derbeyan e. Çalakvanan di vê mijarê de got: "Navê vê "Nîşana Rabîayê" ye. Wateya wê di erebî de "çar", "çaremîn"e. Mijara duyemîn jî Mûrsî serokomarê çaremîn e, em ji bo ku vê jî bi bîr bixin, vê nîşanê dikin. Yên li Tahrîrê nîşana serfiraziyê dikin em jî ya Rabîayê dikin. Em ne wek wan in, ew jî ne wek me ne.
Bi hezaran kesên ku li Qada Rabîatûl Adewiyeyê bûn ji AAyê re bi destê xwe "çar" nîşan dan. Piştî ku ev wêne hatin kişandin, artêşê bi şev êrîşê li ser gel kir û bi hovîtî bi sedan kes kuşt.
Dewletên Rojavayê ji ber ku li hemberê derbeya Misrê bê deng man, demokrasî di serî de, li ser gelek têgînan nîqaş dê bên kirin. Wisa xuya dike ku dê ev sembol cihê nîşana serfiraziyê bigire û bibe sembola gelê misilman.