ANKARA
Li ser banga Azadî û Mafên Mirovan (İHH), Weqfa Alîkarîya Mirovan û Komeleya Mafên Perwerde û Fikrên Azad (Ozgur-Der) welatî li Mizgefta Eyûb Siltanê li hev civiyan û qetliyama li ser derbenexwezan protesto kir.
Li qada Rabiatul Adewiyyeyê bi "Îşareta Rabîayê" ku bi çar tiliyan çêdibe, welatî protestoyên xwe bi wî şiklî domandin.
Komek Parêzerên ji Yekîtiya Huqûqnasên Navneteweyî li ber Balyozxaneya Misrê ya li Stenbolê hatin li cem hev. Piştî axaftina sekreterê yekîtiyê Necatî Ceylan, koma xwepêşandêran pankarta ku amadekiribûn danîn li ber dîwarê balyozxaneyê.
Protestoyên li dijî qetliyama Misrê ji hêla rêxistinên civakî yên sîvîl jî hat protestokirin. Welatiyên ku li Mizgefta Kemer Altiyê nimêja înê kirin û dû re nimêja cinazeyan kirin, ji bo wan dia kirin û li dijî artêşa Misrê slogan avêtin.
Van
Li Vanê piştî nimêja înê, ji bo ku qetliyama li Misrê portesto bikin, bi sedan welatî li Mizgefta Hezretî Omer li hev civiyan. Ji bo kesên ku di qetliyamê de mirine, dia kirin û slogan avêtin.
Li Mêrdîn, Trabzon, Rîze, Artvîn, Gumuşhane, Bayburt û Erzîncanê jî ji bo kesên mirine nimêja cinazeyan hat kirin.
Qetliyam li giştiyê Pakistanê piştî nimêja înê hat protestokirin.
Li paytext Îslamabadê di Mizgefta Şuhedayê de piştî nimêja înê bi sedan kes li hev civiyan û protesto kirin û ji hikûmetê xwestin ku têkiliyên bi Misrê re bê sekinandin.