Emre Aytekin
20 Gulan 2026•Rojanekirin: 20 Gulan 2026
Serokê Çînê Şî Cinping û Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di dema serdana Serokê Rûsyayê bo Çînê da li Pekînê civiyan.
Li gorî nuçeya Xinhuayê Pûtînê ku ji bo serdaneke 2 rojî duh şevê din gihîşt Pekînê, vê sibehê ji bo wî li Qada Tiananmenê merasimek hat lidarxistin. Piştî merasimê serokan li Hola Mezin a Gel civînên dualî û yên di navbera heyetan da li dar xistin.
Aliyan di civînê da li hev kirin ku mîda "Peymana Cîrantî, Dostanî û Hevkariyê ya baş a Çîn-Rûsyayê" ya ku 2001ê hatibû îmzakirin, dirêj bikin.
Serokê Çînê Şî destnîşan kir ku ew peymana beriya 25 salan hatiye îmzakirin, bingeha dostaniya dirêjmawe ya di navbera herdu welatan da û têkiliyên hevrêziya stratejîk a berfireh pêk tîne.
- Serokê Çînê banga rawestandina pevçûnên li Rojhilata Navîn kir
Derbarê şerê ku bi êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî Îranê dest pê kir û bi bersivdayîna Îranê gurr bû da, Şî got, "Herêma Kendavê û Rojhilata Navîn di navbera şer û aştiyê da di xaçerêyek krîtîk da ne; divê hemû nakokî demildest bi dawî bibin û danûstandin ji nû va dest pê bikin."
Serokê Rûsyayê Pûtîn jî diyar kir ku ew kêfxweş e ku dibîne her du welatan careke din di sekin û helwestên xwe da ahengek bi dest xistine û têkiliyên Rûsya-Çînê gihîştine asteke bêhempa.
Serokê Rûsyayê hevtayê xwe yê Çînî vexwend ku sala bê ji bo serdaneke fermî serdana welatê wî bike.