Mustafa Deveci
07 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2024
Hat ragihandin, di demekê da ya ku êrîşa Îsraîlê ya dijî Îranê tê nîqaşkirin, Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) General Michael Erik Kurilla û Sererkanê Îsraîlê Herzi Halevi "civîna nirxandinê" kirin.
Di daxuyaniya artêşê da hat diyarkirin, Kurillayê Îsraîl ziyaret kir, duh bi Halevi ra hat cem hev.
Hat destnîşankirin ku di hevdîtinê da Halevi û Kurilla "nirxandin kirin" û her wiha Îran û eniya bakur (Libnan) jî di nav da li ser "pirsgirêkên ewlekariyê" rawestiyan.
Ziyareta Fermandarê CENTCOMê ya ji bo Îsraîlê di demeke wisa da çêdibe ku tê diyarkirin, Tel Avîv amadekariyê dike ku bersivê bide êrîşa Îranê ya bi fuzeyan.
Kurilla duh bi Wezîrê Parastina Îsraîlê Yoav Gallant ra jî hatibû cem hev.