11 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 12 Berfanbar 2015
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Birêz Ebadî di serdana xwe ya Tirkiyeyê ya sala 2014yan de dema ji me re (DAEŞ ketibû Mûsilê, hewl dida li Iraqa Bakur jî bi cih bibe) qala van mijaran kir û ji bo perwerdekirinê ji me alîkarî xwest. Li ser vê daxwazê jî me Kampa Başîkayê ava kir."
Serokomar Erdogan hevpeyvîn da kanala erebî ya Al Jazeerayê û pirsên wan ên der heqê rojevê de bersivand tevahiya hevpeyvînê wê îşev di saet 21.00î de bê weşandin.
Erdogan bal kişand ser berteka hikûmeta Iraqê ya ku nîşanî guherandina yekîtiya eskerên Tirkiyeyê yên ji bo perwerdehiyê li wê derê ne da û bi bîr xist ku dema DAEŞ ket Mûsilê xwest li Bakurê Iraqê jî bi cih bibe hikûmeta Iraqê ji Tirkiyeyê alîkarî xwest û wiha pê de çû: "Birêz Ebadî di serdana xwe ya Tirkiyeyê ya sala 2014yan de dema ji me re (DAEŞ ketibû Mûsilê, hewl dida li Iraqa Bakur jî bi cih bibe) qala van mijaran kir û ji bo perwerdekirinê ji me alîkarî xwest. Li ser vê daxwazê jî me Kampa Başîkayê ava kir."
Serokomar Erdogan axaftina xwe wiha domand: "Haya wan ji van hemû tişten û agahiyan heye. Niha wê ji meriv nepirsin, 'Dema Kampa Başîkayê hat avakirin hûn li kê derê bûn?', çima wê demê qet dengê we derneket û niha ji ber rûdanên li herêmê diqewimin hûn gaveke wiha diavêjin. Ji bo xurtkirina Kampa Başîkayê me ekîbên xwe yên perwerdehî li wê derê zêde kir. Ew hemû ne ji bo şervaniyê piraniya wan ji bo perwerdekirinê li wê derê ne."