ANKARA
Serjimara dinyayê ya ku nika 7,5 milyar e li bendê ne ku di sala 2100î da bibe 11,2 milyarî. Li bendê ne ku 5 sal şûnda Hindistan li dinyayê bibe welatê herî qerebalix, zêdebûna serjimarê jî herî zêde li Afrîkayê çêbe.
Li gor Neteweyên Yekbûyî (NY) serjimara dinyayê ku di van salên dawîn da zêde dibe û di sala 1800î da gihîşte milyarekî, di sala 1900î da gihîşte 1,5 milyarî, di sala 2000î da gihîşte 6,1 milyarî.
Li gor hesabê NYyê serjimara dinyayê di sala 2017an da texmînî 7,5 milyar e, eva hejmara ew ê di sala 2020î da bigihêje 7,7 milyarî, di sala 2040î da bigihêje 9,1 milyarî, di sala 2060î da bigihêje 10,1 milyarî, di salan 2080yî da bigihêje 10,8 milyarî û di sala 2100î da jî bigihêje 11,2 milyarî.
Tê texmînkirin ku herî zêde li welatên ku pêş dikevin serjimarê zêde be. Dîsa tê texmînkirin ku di sala 2100î da 9,9 milyarê li welatên ku pêş dikevin be 1,2 milyarê jî li welatên pêşketî be.
- Herî zêde li Afrîkayê serjimarê zêde be
Di zêdebûna serjimara dinyayê da li gor herêman guherîn hene. Li gor reqemên Yekeya Serjimarê ya NYyê hetanî sala 2100î herî zêde li Afrîkayê nifûsê zêde be, li Asya û Ewropayê nifûsê kêm be.
Îsal li Afrîkayê 1,2 milyar kes dijîn, di 50 salên pêşiya me da serjimarê li vê derê bigihêje 3,1 milyarî, di sala 2100î da jî bigihêje 4,3 milyarî.
Tê texmînkirin ku li Angola, Burundî, Komara Kongoya Demokratîk, Malawî, Malî, Somalî, Uganda, Tanzanya û Zambiyayê di sala 2100î da serjimarê kêm zêde qasî 5 qat, zêde be.
Li Nijerê vê gavê qederê 21 milyon kes dijîn û tê texmînkirin nifûsê Nijerê heta sala 2100an derkeve 209 milyonî.
- Nifûsê Hindistanê wê ji Çînê derba bibe
Li gor texmînên NYê nifûsa parzemîna Asyayê ya 4,4 milyar e, di nav 50 salan da derkeve 5,2 milyarî. Li gor texmînan wê nifûsê parzemînê di sala 2100î da jî derkeve 4,8 milyarî.
Çîn bi nifûsê xwe yê 1,38 milyarî di sala 2017an da dewleta herî qerebalix a dinyayê ye. Pey Çînê ra bi 1,3 milyarî Hindistan û qederê 326 milyarî DYA tê. Nifûsê Endonezyayê 263 milyon û ya Brezilyayê jî 211 milyon e.
Lê li gor texmînan wê di 2022yan da nifûsê Hindistanê ji Çînê derbas bibe. Di sala 2022yan da tê texmînkirin nifûsa Çînê di 1,4 milyarî da bimîne û ya Hindistanê jî bigihêje 1,41 milyarî.
Li gor texmînan di 2100î da wê nifûsê Çînê milyarek kêm bibe û ya Hindistanê ji 1,6 milyarî derbas bibe.
- Wê nifûsê Ewropayê kêm bibe
Nifûsê Ewropayê vê gavê 739 milyon e û li gor texmînan li Ewropayê di nav 50 salan da wê nifûs dakeve 679 milyonî û heta sala 2100î jî wê dakeve 645 milyonî.
Nifûsa Almanyayê vê gavê 80,6 milyon e û tê texmînkirin heta 2100î nifûsê Almanyayê dakeve 63,2 milyonî.
Bi gelemperî li tevahiya Ewropayê tê texmînakirin nifûs dakeve, lê li Ewropaya Bakur tê texmînkirin zêde bibe. Herî zêde li Swêd û Îngilistanê tê texmînkirin nifûs zêde bibe.
Nifûsa Îsveçê vê gavê 9 milyon û 900 hezar kes e û tê texmînkirin heta 2100î nifûsê Îsveçê wê bibe14 milyon û 400 hezarî.
Nifûsa DYA yê jî vê gavê 326 milyon e û tê texmînkirin heta 2100î wê bibe 450 milyonî. Dîsa tê texmînkirin ku nifûsa Rusyayê jî wê 143 milyon kesan dakeve 117 milyonan.
Tê têxminkirin ku nifûsa dinyayê di 50 salan de wê ji ber zêdebûna nifûsa Hindistan, Nîjerya, Pakistan, Komara Demokratîk a Kongoyê, Etiyopya, DYA, Endonezya û Ugandayê wê zêde bibe.
Dîsa tê têxminkirin ku li dinyayê di 50 salan de wê nifûsa Bulgaristan, Romanya, Ukrayna, Moldova, Bosna Hersek, Letonya, Lîtvanya, Sirbîstan, Hirvatistan, Macaristan û Japonyayê jî kêm bibe.