Nihat Kavşut
04 Sibat 2017•Rojanekirin: 04 Sibat 2017
ANKARA
Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê li El Bab û Bzagaha bakurê Sûriyeyê di çarçoveya Operasyona Mertalê Feratê de 200 hedefên rêxistina terorê DAEŞê îmhe kirin û 51 terorîst jî kuştin.
Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ragihand ku herekata di serî de ji bo berterfekirina tehdîda DEAŞa rêxistina terorê, xurtkirina ewlehiya sînoran û ji bo piştevaniya hêzên koalîsyonê li Bakurê Sûriyeyê di 24ê tebaxê de dan destpêkirin, dewam dike.
Di roja 165emîn a herekatê de xebatên ji bo bidestxistina kontrola El Babê dewam dikin.
200 hedefên DEAŞê ku bi wesayitên tespîtkirina hedefan hatin tespîtkirin, bi hawan û tanka hatin îmhekirin.
Di şerê bi roj dewam kir û di encama topên ku hatin avêtin de jê 4 "emir" 51 terorîstên DAEŞê hatin berterfkirin.
Ji destpêka herekatê vir va li herêmê 3 hezar û 656 teqemeniyên destî û 55 mayin hatin îmhekirin.