Önder Beyter
26 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2017
XARTÛM
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo hevdîtinên fermî bi balafira taybet "TUR"ê va li gorî dema Tirkiyeyê di saet 12.50î da ber bi Encemîneya paytextê Çadê bi rê ket.
Serokomarê Sûdanê Omer el-Beşîr û jina wî Widad Babiker Omer Modawî, Balyozê Tirkiyeyê li Xartûmê Îrfan Nezîroglu û rayedarên payebilind ên sûdanî ji Balafirgeha Navneteweyî ya Sûdanê Serokomar Erdogan oxir kirin.
Herwiha jina serokomar Emîne Erdogan, Sererkan Orgeneral Hulusî Akar, Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Berat Albayrak, Wezîrê Xida Çandinî û Heywandariyê Ahmet Eşref Fakibaba, Wezîrê Çand û Tûrîzmê Numan Kurtulmuş, Wezîrê Darayiyê Nacî Agbal, Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Îsmet Yilmaz, Wezîrê Parastina Neteweyî Nurettîn Canîklî, Wezîrê Ragihandin Veguhastin û Behrevaniyê Ahmet Arslan jî hevaltiya Erdogan dikin.
- Piştî Çadê wê derbasî Tûnisê bibe
Erdogan di çarçoveya tûra Afrîkayê da piştî Sûdanê derbasî Çadê dibe û herwiha li vir piştî merasima fermî ya pêşwaziyê, Erdogan wê li Qesra Serokomariyê ligel Serokomarê Çadê Idriss Deby rûbirû rûnê û paşê wê tevlî hevdîtinên di navbera heyetan da be.
Piştî îmzekirina peymanan û civîna hevbeş a serokomaran, Serokomarê Çadê Deby wê ji bo xatirê Erdogan xwarina fermî bide.
Serokomar Erdogan wê piştî hevdîtin û rûniştinên li vir ber bi Balafirgeha Kartaca ya Tûnisê bi rê bikeve.