İlyas Kaçar, Adem Koç
04 Mijdar 2026•Rojanekirin: 04 Mijdar 2026
Barana ku li Stenbolê dibare, li hin navçeyan tengasî da kişandin.
Piştî hişyariyên Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê, li bajêr ji serê sibehê vir va baran dibare.
Li gelek navçeyên li Aliyê Anadoluyê û li navçeyên wekî Beşîktaş û Şîşliyên yên li aliyê Ewropayê piştî baranê li ser rê û kolanan av golî bû.
Ava ku di demeke kin da li ser rêyan golî bû, bi şofêr û rêwiyan tengasî da kişandin. Welatiyên ku bê tevdîr bûn û rastî baranê hatin, ji bo ku şil nebin, xwe avêtin cihên sergirtî.
Ji ber ava ku golî bû, otomobîl û motosîkletan tengasî kişand.
Ji ber ku wesayîtan leza xwe kêm kir, li hin deran di hatûçûnê da qerebalixî çêbû.