14 Nîsan 2016•Rojanekirin: 15 Nîsan 2016
ANKARA
Serokomar recep Tayyîp Erdogan bi hinceta ku di 28ê tîrmeha 2015an da di komcivîna partiya xwe da "heqaretên giran, îftira û îtham" kir, li Hevserokê Giştî yê HDPê doz vekir û ji Demirtaş 20 hezar lire tezmînata menewî qezenc kir.
Celseya Dozê li 4emîn Dadgeha Hiqûqê ya Asliye ya Enqereyê hat kirin. Parêzerên Erdogan Huseyîn Aydin û Muammer Cemaloglu û parêzerê Demirtaş Mahsûnî Karaman li dadgehê amade bûn.
Huseyîn Aydin got ku Demirtaş di axaftina xwe da heqaretên giran û îtham kirine, îftira avêtine, ji ber vê jî Aydin daxwaz kir ku doz were qebûlkirin.
Parêzer Karaman jî got ku Demirtaş axaftina xwe di bin çatiya Meclisê da kir û îdia kir ku di nav sînorê mesûlnebûnê da axiviye. Karaman ji bo vê jî daxwaz kir ku doz were redkirin.
Dadger Ayşe Şule Yildirimê doz bi qismî qebûl kir û biryar da ku Demirtaş 20 hezar lire tezmînata menewî bide Serokomar Erdogan.
Di daxwaznameya dozê da 50 hezar lire tezmînata menewî hatibû xwestin.