15 Nîsan 2016•Rojanekirin: 16 Nîsan 2016
BERLÎN
Hikûmeta Almanyayê destûr da ku der barê komedyen Jan Bohmermann da ku di helbesta xwend da li Serokomar Erdogan heqaret kir, ji bo were darizandin pêvajoya hiqûqî dest pê bike.
Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel li Berlînê der barê mijarê da daxuyanî da û wiha got: "Di mijara destpêkirina pêvajoya hiqûqî da di nav şirîkên koalîsyonê da fikrên cuda hene, lê dîsa jî ji bo lêpirsînê destûr hat dayîn. Di vê mijarê da biryar a hikûmeta Almanyayê ye."
Merkelê destnîşan kir ku hikûmeta Almanyayê li dijî azadiya fikir, çapemenî û hunerê nîne û wiha got: "Di mijara Bohmermann da biryar ya dadgehan e."
Merkelê diyar kir ku parastina azadiya fikr û ramanan û mafên bingehîn ji bo Almanyayê zehf girîng in û got ku tevî Tirkiyeyê divê li hemû dewletên şirîk ev pêk were.
Tirkiyeyê di 31ê adarê da ji ber ku di bernameya bi navê "ZDF Neo Royal”ê da ku di kanala ZDFya Almanayê da hat weşandin, helbesteke ku li Serokomar Recep Tayyîp Erdogan heqaret tê kirin hat xwendin, li gor benda 103yemîn a Zagona Cezayê ya Almanyayê ji bo Bohmermann were darizandin nota dabû Wezareta Karên Derva ya Almanyayê.
Serokomar Erdogan der barê Bohmermann da li gor benda 185emîn a Zagona Cezayê ya Almanyayê ji ber heqaretê der barê Bohmermann da li Dozgeriya Maînzê gilîdar bûbû.
Wek mayîn gelek kes jî der barê rayedarên ZDF û Bohmermann da gilîdar bûbûn.