Önder Beyter
17 Nîsan 2018•Rojanekirin: 17 Nîsan 2018
TBMM
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku sibê wê bi Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî ra hevdîtinê bike.
Erdogan li Meclisê bersiv da pirsên rojnamegeran ên der heqê rojevê da.
Daxuyaniya Bahçelî ya ku divê hilbijartina Serokomariyê û hilbijartina giştî ya parlamenteriyê di 26ê tebaxê da bên kirin, bi Serokomar Erdogan dan bibîrxistin û wî jî got ku sibê wê bi Bahçelî ra hevdîtinê bike.