Sevim Hatun
13 Adar 2017•Rojanekirin: 14 Adar 2017
İSTANBUL
Serokomar Erdogan got: "Hollanda dibêje ku begê li wê derê dibêje 'patronê vî welatî em in.' Wêneyê vê xizanê di bin vê nivîsê de nîşan daye û ser wêneyê xêz kiriye.. Ma ez ji xwe ne patron im. Patronê vî welatî milet e, ey Rutte milet e. Li gor min hê tu hînî demokrasiyê nebûyî, herê hînî demokrasiyê bibe. Tu serokwezîrek nikare bibe patron. Patronê wan welatên demokratîk milet e. Berî her tiştî wextê tu bibêjî patron ez im tu li ber miletê xwe bêrûmetiyê dikî. Ji xwe li cem vana rûmet tuneye, em li vî welatî tu carî nebûn patron, em li vî welatî nebûn efendî jî."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di weşana hevpar a Atv û A Xeberê de rojev nirxand.
-Yên ku dixwazin vî welatî ji hevdu parçe bikin niha digel rêxistina terorî ya cihêxwaz dibêjine 'Na'
Serokomar Erdogan bal kişand ser aliyên ku dibêjin na û wiha axivî: "Eha gotina 'na'yê tê wê wateya piştgirîdayina rêxistina terorî. Qendîl dibêje çi? Dibêje 'Na.' Serokê vê rêxistina terorî yê li Qendîlê dibêje çi? Dibêje 'Na' Serkirdeyê vê rêxistina terorî yê li Îmraliyê dibêje çi? Dibêje 'Na.' Eha aniha gotina nayê bi evana re di heman rê de çûyîn e. Kî dibe bila bibe dibe ku ev şexis be dibe ku sazî be... Yên ku dixwazin vî welatî ji hevdu parçe bikin niha digel rêxistina terorî ya cihêxwaz dibêjine 'Na.' Ewqasî eşkere ye. Derdê ewan kesên ku kampanyaya 'Erê' bi rê ve dibin çi ye? Ew dixwazin vî welatî pêşve bibin."
-Radibe OHALê îlan dike, di nav du saetan de
Serokomar wiha dewam kir: "Di bûyera li Hollandayê qewimî de hûn dev ji rêveberiya navendî berdin, bala xwe bidin şaredariyê, şaredariyê... Şaredarî di nav çend saetan de dicive û rewşa derasayî îlan dike. Çima? Ma ew ê wezîra min bi agirkujiyê bibe? Ma ew ê werin bi meqesan deriyê wesayitê bibirin wisa wê ji wesayitê derbixin? Ma ew ê çawa deresînor bike? Ew jinek bû, ka we qala mafên jinan dikir, çi bû? Ev wezîrek bû û ew ê bi wesayita meqam derbasî axa xwe, derbasî avahiya serkonsolosiyê bibûya. Tu destûrê nadî ew derbasî avahiya konsolosiyê bibe û li hundir jî destûrê nadî konsolos ku derkeve derva. Ji bo pêşiyê li vana vebike çi dike? Radibe OHALê îlan dike, di nav du saetan de. Em li Tirkiyeyê OHALê îlan dikin, ji ber derbeyê, Ewropa, hemû radibin ser pê. Kî hat Tirkiyeyê, qaşo ji bo me ziyaret bikin tên, pirsa 'Ma hûnê vê OHALê kengê rabikin' dikin. Pirsa ku dipirsin ev e. Kengê ku em gihîştin encama hewla derbeyê em ê wê çaxê rakin."
-Patronê vî welatî milet e, ey Rutte
Serokomar Erdogan wêneyê der barê wî de weşandine bi bîr xist û wiha xeber da: "Hollanda dibêje ku begê li wê derê dibêje 'patronê vî welatî em in.' Wêneyê vê xizanê di bin vê nivîsê de nîşan daye û ser wêneyê xêz kiriye.. Ma ez ji xwe ne patron im. Patronê vî welatî milet e, ey Rutte milet e. Li gor min hê tu hînî demokrasiyê nebûyî, herê hînî demokrasiyê bibe. Tu serokwezîrek nikare bibe patron. Patronê wan welatên demokratîk milet e. Berî her tiştî wextê tu bibêjî patron ez im tu li ber miletê xwe bêrûmetiyê dikî. Ji xwe li cem vana rûmet tuneye, em li vî welatî tu carî nebûn patron, em li vî welatî nebûn efendî jî."
-Di ruhê Yenîkapiyê de cudaxwazî tuneye
Erdogan daxuyaniya Kemal Kiliçdaroglu ya der heqê ruhê Yenîkapiyê de bibîrxist got ku di ruhê Yenîkapiyê de cudaxwazî tuneye û wiha domand:
"Di ruhê Yenîkapiyê de bi terorê re tevger tuneye. Heger hûn niha bi aliyê ku dibêje 'Na' re tevbigerin, ev tevger li dijî ruhê Yenîkapiyê ye. Çima? Lewra aliyê ku dibêje 'Na' PKK ye, Qendîl e, yê ku niha dibêjin 'Na' kî ne? Ew kesên ku ji bo li vî welatê xwîn bê rêtin hewl didin û aniha ev li ku derê ne? Mehkeme ye e wan kom dike û dike hundir. Yên ku dibêjin 'Na' kî ne? FETOya rêxistina terorî ye. Tu bi FETOya rêxistina terorî re yî û hê jî radibî dibêjî 'li vî welatî ruhê Yenîkapiyê ez temsîl dikim.' Na canim, ma tu yê çawa temsîl bikî? Jixwe tu berî ruhê Yenîkapiyê li hemberê wê bûyî. Yê ku ew vexwendin ez bûm. Min vexwend û bersiva wan ku dê beşdar nebin ragihandin ji min re. Paşê hin kesan navbeynkarî kir, du rojên dawîn de gotin em ê werin. Rewş ev e."
-Li wê derê bêyî daxwaza Tirkiyeyê nikarin gavekê jî biavêjin
Serokomar Erdogan der heqê îdiayên Munbîçê de got:" Evana hemû çîrok in. Ew jî li gor xwe blofê dikin. Li wê derê îlankirina serxwebûnê... Ka li Sûriyeya Bakur serxwebûn îlan kiribûn, çi bû? Li wê derê bêyî daxwaza Tirkiyeyê nikarin gavekê jî biavêjin. Ev hemû tişt gav bi gav têne şopandin.
Evana niha ji bo xwe ji bo hin tiştan atmosfereke wiha psîkolojîk çêdikin, ji bo ewlehiya xwe û ji bo tetmînbûna yên ku pişta xwe dane wan bi vî şiklî hewl didin. Tiştekî wiha tuneye. Jixwe niha me hin gundên li qeraxê Minbicê xistiye kontrola xwe. Pêvajo dewam dike."
- Şansolyeya Almanyayê jî li cem Hollandayê ye, heyf li wê
Serokomar Erdogan tevgera skandal a Hollandayê bibîrxist îfade kir ku rûyê rastîn ê Rojava nîşan dan û wiha pê de çû:
"Me nedixwest em wiha bibînin. Şansolyeya Almanyayê jî li cem Hollandayê ye. Heyf lê. Tu jî wekî wan î. Wateya vê çi ye. 'Ez li cem te me.' Yanê ez jî wekî te me.
Derdekî wan ê wekî peymana Viyanayê nîne. Hemî di bin piyê wan da ye. Peymana Viyanayê ya vana faşîstiya wan e. Nazîzm, em dikarin jê re bibêjin Neonazîzm jî. Zihniyeta vana ya Peymana Viyanayê ev e."
- Pêşveçûna Tirkiyeyê hezim nakin
Serokomar Erdogan wiha got: "Ji welatên Yekîtiya Ewropayê qismek, em hemûyan wekî hev negirin, mixabin vê pêşveçûna Tirkiyeyê hezim nakin, di rêza ewil de Almanya cî digire. Almanya bi awayekî xurt piştgiriyê dide rêxistina terorî.
Roja çarşemê li Hollandayê hilbijartin heye. Ji vana yek bi her awayî nîjadperest e. Gefan dixwe, dibêje 'Hollandayê biterikînin.' Ma ew mirov te anîn Hollandayê ku tu niha rabûyî dibêjî Hollandayê biterikînin? Tu kî yî? Hedê xwe bizanibe. Yekî din, wextê ez serokwezîr bûm navbera me jî baş bû... Şeva bûyer qewimî ew jî rabûye li hemberî serokwezîrê me sekiniye xeber dide; dibêje 'Lazim e vê derê biterikîne.' Belê, gelo ji vir û pê ve tu yê çawa werî ber deriyê Tirkiyeyê? Niha ez çawa vegerim Enqereyê em ê digel Birêz Serokwezîr rûnên li ser vana biaxivin. Teqez, niha çi hewce dike em ê wê bikin."