Serokomar Erdogan destnîşan kir ku bi tayînê na bi rayên gel bûye Serokomar û wiha got: "Ez ê rayeya ku gel daye heta dawiyê biemilînim."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji navçeya Guneysuyê derbasî beldeya Buyukkoya Çayeliyê bû. Serokomar Erdogan çû serdana Şaredariya Buyukkoyê û xitabî welatiyên ku li benda wî bûn, kir.
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku Tirkiye êdî di rewşeke cuda ye û wiha got: "Tirkiye hatiye rewşeke wisa ku xweziya xwe bi hêza wê tînin. Li dijî hêza Tirkiyeyê hesûdiyê dikin, lê bira êdî kes hêza Tirkiyeyê neceribîne, wê bedela vê bidin."
Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da destnîşan kir ku bi tayînê na bi rayên gel bûye Serokomar û wiha got: "Ez bi rayên gel hatim hilbijartin, divê yên ku di ser min da nîqaşan dikin vê baş bizanibin. Ez ê rayeya ku gel daye heta dawiyê biemilînim."