Nihat Kavşut
29 Gulan 2018•Rojanekirin: 29 Gulan 2018
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Vladimîr Putînê Serokê Dewleta Federasyona Rûsyayê bi têlefonê axivîn.
Serokomar Erdogan û Putîn di axaftina bi têlefonê da ji xeynî Sûriyeyê di serî da mijara vejenê têkiliyên aboriyê yên herdu dewletan gotûbêj kirin.
Hat diyarkirin Serokomar Erdogan û Putînê Serokê Dewleta Federasyona Rûsyayê di axaftina bi têlefonê da bal kişandin ser destkeftiyên ji mekanîzmaya Astanayê hatin qezenckirin ku li Sûriyeyê ji bona rê li ber çareseriya siyasî vebe girîng in.