Serokomarê Iraqê Fuat Mesûm û rayedarên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) hatin bal hev.
Mesûm ji bo ku geşedanên dawiyê bişopîne, çû serdana Herêma Kurdistana Iraqê. Mesûm li navenda YNKê ya li Silêmaniyê bi rayedarên partiyê re hevdîtin kir. Civîna Mesûm û rayedaran nêzî saetekê kişand. Civîn bêyî çapemeniyê hat kirin. Berdevkê Serokomariyê Xalit Şivanî piştî civînê daxuyanî da û got di civînê de li ser geşedanên dawiyê yên ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de bûn sedema rageşiyan sekinîn. Şivanî wiha axivî:
"Mesûm geşedanên Bexdayê û hevdîtinên ku kir, bi endamên lijneya navendê re parvekir. Di hevdîtina dawiyê ya ku Mesûm û Serokwezîr Haydar el- Îbadî kirin de, Îbadî got ku ew girêdayî peymana ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de hat îmzekirin in. Di vê mijarê de çi ji destê Serokomar were wê bike ku pirsgirêk çareser bibin."
Masûm piştî ziyareta Helebçe û Kerkûkê dibe ku li Hewlêrê bi Serokê herêma Kurdistanê Mesût Barzanî û nûnerên partiyên din re hevdîtinê bike.