Şal û şapikên kurdan ên ku gel beriya newrozê eleqe nîşan dide, îsal li herêma Kurdistanê ji ber şer û qeyrana aboriyê zêde nayê firotin.
Newroz wê li herêma Kurdistanê îsal bi xemgînî bê pîrozkirin, lewra hezarî zêdetir pêşmerge mirin. Ji ber vê jî gel ji bo newrozê amadehiyan nake û şal û şapikan nade dirûtin.
Omer Hesenê ku li Bazara Qeyseriyê dirûnkeriyê dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li gor par îsal şal û şapik ji sedî 50 kêm tên dirûtin.
Hesen wiha axivî: "Ji ber ku pêşmerge di êrîş û pevçûnên terorê de mirin gel şînê dike. Şer û pevçûn dewam dikin. Ji ber vê jî kes nayê cil û bergên kurdan nade dirûtin. Îsal newroz wê bi xemgînî bê pîrozkirin. Salên berê me ji newrozê re 2 meh bimîne sipariş hilnedida. Lê îsal heta roja dawîn jî em ê benda siparişan bin."
Evdila Mistefa (74) jî got ku ji ber qeyrana aboriyê ew nikare îsal şal û şapikan bikire û wiha axivî "Heke em di şer de bi ser bikevin, ew ê bibe newroza me. Wê demê em ê bikaribin pîrozbahiyên mezin bikin. Niha gelek birayên me şehîd ketin. Em mecbur in ku rêzê nîşanî malbatên wan bidin. Bi salan e ji ber şer û pevçûnan li Li Kurdistanê ji sedî 85ê malbatan hemû xwediyê şehîdan in. Ji ber vê betalkirina newrozê biryarek baş bû."
Xoşyar Remzî jî got ku ji ber şer zarok zêdetir eleqeyê nîşanî cil û bergên pêşmergeyan didin û ew zêdetir kincên leşkerî difroşin.
Li Herêma Kurdistanê jin û mêr beriya newrozê her sal amadehiyên taybet dikin û cil û bergên kurdan didin dirûtin. Mêr zêdetir rengên reş û xakî, jin jî dêreyên rengîn û gulgulî li xwe dikin. Lê ji ber şer îsal pîrozbahiya fermî ya newrozê hat betalkirin.