30 Gulan 2016•Rojanekirin: 31 Gulan 2016
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim bi Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê ra li ser têlefonê axivî.
Li gor daxuyaniya Muşavîriya Çapemeniyê ya Serokwezîriyê, Serokwezîra Almanyayê Merkel bi têlefonê, li Serokwezîr Yildirim geriya, ji bo wezîfeya wî ya nû ew pîroz kir û jê ra serkeftin xwest.
Serokwezîr Bînalî Yildirim jî spasiya Merkelê kir.
Derbarê axaftina bi têlefonê da ev agahî hatin parvekirin:
Serokwezîr Yildirim got "Têkiliyên me yên bi Almanyayê ra berfireh in, ji bo pêşvebirina hevkarî û berdewamkirina diyalogên me yên siyasî wê hewl bê dayîn. Parlemetoya Almanyayê derbarê bûyera 1915an da bêpalpişt biryarên siyasî dide, hikûmeta me, welatê me û bi milyonan welatiyên me yên Tirk ên li Almanyayê dimînin hewldanên di vî warî da, bi endîşe dişopînin. Daxwaza me ew e ku hikûmet û parlementoya Almanyayê di vê mijarê da bi eqlêselîm tevbigere."
Di hevdîtinê da li ser mijarên wekî têkoşîna bi terorê ra û rê li ber girtina koçên dereqanûnî da axivîn. Di daxuyaniyê da wiha hat desnîşankirin: "Şansolye Merkelê got ku ew di nav da têkoşîna dijî PKKya rêxistina terorê jî piştgiriyê didin têkoşîna welatê me ya bi terorê ra. Ji aliyê din va îfade kir ku ew ji bo tevkariya welatê me ya bi YEyê ra ya ji bo rêlibergirtina koçkirinê dereqanûnî, kêfxweş e."