11 Nîsan 2017•Rojanekirin: 11 Nîsan 2017
LONDRA
Serokwezîra Ingîltereyê Theresa May û Serokê DYAyê Donald Trump bi telefonê axivîn.
Serokwezîriya Ingiltereyê daxuyand ku May û Trump bi telefonê der barê geşedanên li Sûriyeyê û operasyona Emrîkayê ya li welêt de axivîn.
Hat gotin ku Trump ji ber piştgiriya Ingîltereyê ya ji bo operasyona dijî rejima Sûriyeyê spasiya May kir û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Serokwezîr û Serok mutabiq man ku îtifaqa Rûsyayê ya bi Esed re êdî ne xêra Rûsyayê ye û ji bo ku Rûsya qanî bibe derfetek derketiye holê."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku herdu serok mutabiq man ku ziyareta Wezîrê Karên Derva yê Emrîkayê Rex Tîllerson ya Moskovayê wê ji bo çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê bibe derfetek.