Serokwezîr Ahmet Davutoglu li ser têlefonê bi Serokê Parlementoya Ewropayê Martin Schulz re axivî.
Davutoglu di axaftinê de destnîşan kir ku biryara Parlementoya Ewropayê ya der barê bûyerên 1915an de wê zirarê bide têkiliyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê û wiha got: "Ev biryar wê zirarê bide hewldanên di navbera Tirkiye û Ermenistanê ku dixwazin li hev bikin. Tirkiye biryara Parlementoya Ewropayê red dike."
Li gor agahiyên çavkaniyên Serokwezîriyê Serokê Parlementoya Ewropayê Martin Schulz îro bi têlefonê li Serokwezîr Davutoglu geriya.
Schulz di axaftinê de diyar kir ku di vê mijarê de helwesta Tirkiyeyê dizanin û bertêkên ku tên dayîn jî fehm dikin.
Davutoglu bertekên Tirkiyeyê yên di vê mijarê de destnîşan kir û wiha got: "Biryara Parlementoya Ewropayê ya der barê bûyerên 1915an de wê zirarê bide têkiliyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê. Ev biryar wê zirarê bide hewldanên di navbera Tirkiye û Ermenistanê ku dixwazin li hev bikin. Tirkiye biryara Parlementoya Ewropayê red dike."