26 Îlon 2017•Rojanekirin: 26 Îlon 2017
BEXDA
Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Îbadî diyar kir, ew ê ji bo rayedarên ku di referanduma Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) da berpirsyariya wan heye, tevdîran zêde bikin.
Îbadî li Bexdayê Fermandariya Operasyonên Hevpar ziyaret kir û li wê derê daxuyanî da û got: "Kirina referandumê rîskeke mezin bû. Ev li dijî biryara Dadgeha Federal hat kirin. Li gor destûra bingehîn nîne û em ê encamên wê nas nekin."
Îbadî got, "Ji bo referandumê tu piştgiriyeke navneteweyî nehat dayîn, lê dîsa jî hat kirin" û wiha dewam kir: "Çi ecêb e ku tu kesî çavdêriya referandumê nekir, kesên ku biryara referandumê dan, encama wê jî bi xwe eşkere kirin. Em ê bi tu awayî li ser encama wê neaxivin, nîqaş nekin û nas nekin."
Îbadî destnîşan kir ku rêvebiriya navendî wê der heqê îhlala referandumê da gavên nû bavêje û wiha dewam kir:
"Em ê dev ji ewlehiya welatiyên xwe yên kurd bernedin, lê em ê ji berpirsên referandumê jî hesab bipirsin. Em ê tevdîrên xwe yên dijî wan jî zêdetir bikin. Em ê li HKIyê jî rayeya xwe ya federal bi kar bînin. Der heqê dengdayînê da ji me ra gelek gilî hatin ku gelek şaîbe hene û bi darê zorê dengan didin avêtin û gel tehcîr dikin. Em qebûl nakin ku dewleta nijadperest û mezhebgir ava bibe."