Amirliya bajaroka wîleyata Selahaddînê demeke dirêj di bin dorpêçkirina DÎŞIyê de ma û duh artêş ket wir. Serokwezîrê Iraqê Malikî bajaroka Amirliya ku ket destê artêşê ziyaret kir.
Serokê Tûgayên Bedrê Hadî el-Amirî û fermandarên din li Amirliyê pêşwaziya Malikî kirin. Malikî di mewziyan wan de yekîneyên artêşê yên ku bajarokê ji dorpêçkirina DÎŞIyê xilas kirin, ziyaret kir û spasiya wan kir. Malikî bi rayedarên din ên li Amirliyê re jî hevdîtin kir. Malikî got ku gelê tirkmen li Amirliyê bi qasî 2 mehan bi qehremaniyeke mezin li ber xwe da.
Piraniya niştecihên bajaroka Amirliyê tirkmen in û serjimara bajarokê 20 hezar e. Amirlî bi qasî 2 mehan di bin dorpêçkirina DÎŞIyê de mabû. Ji bejahiyê nikaribûn xwe bigihînin bajarokê û bi firokeyên ku ji paytext Bexdayê radibûn, arîkarî dişandin bajarokê. Artêşa Iraqê bi piştgiriya pêşmerge, milîsên şiî û balafirên şer ên DYAyê duh berî milîtanên DÎŞIyê dabû û ketibû bajarokê.