Wezîrê Awustralyayê Tony Abbot da eşkere kir ku dê li hember rêxistina terorê Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) dê arîkariya çek û muhîmatê ji pêşmergeyan re bişînin lê belê tu niyeta wan tuneye leşkaran bişînin.
Serokwezîr Abbott daxuyaniyek da û destnîşan kir ku dê arîkariya çek û muhîmatê ya ji bo hêzên pêşmergeyan bi saya balafirên hêzên hewayî vê hefteyê bidin destpêkirin.
Arîkarî dê bi balafirên RAAFê bên şandin. Di çapemeniya Awustralyayê de nûçeyên dibêjin ku komandoyên SASê dê ji ku ewlehiya arîkarên leşkerî pêk bînin dê biçin herêma Kurdistana Iraqê derketin. Abbot ev nûçeyên ku di çapemeniyê de derketin piştrast nekir û got ku "Ez nabêjim ku em siberoj tevî hereketekî leşkerî nabin lê belê wekî Serokê DYAyê Barack Obama teqez tu niyeta Awustralyayê tuneye ku ji bejahiyê leşkeran bişîne."
Abbot got ku "Awustralya ne welatekî wisa ye ku li pirsgirêkan digere lê em amade ne ku her dem ji cîhanê re arîkariyê bişînin, lê belê em nikarin bibin temaşavanê qirkirineke ku em dikarin pêşiya wê bigirin." Abbot îhtimala hereketeke leşkerê ya ku dê pişt re bê kirin jî ji holê ranekir.