Nihat Kavşut
28 Tebax 2020•Rojanekirin: 29 Tebax 2020
Serokwezîrê Japonyayê Abe Şînzo bi hinceta tenduristiyê ji wezîfeya serokwezîriyê ya ku ji 2012an vir va dikir îstifa kir.
Abeyê ji 18ê Hezîranê vir va cara ewil daxuyaniya çapemeniyê li dar xist û bi hinceta tenduristiyê ji wezîfeya serokwezîriyê îstifa kir.
Abe Şînzo destnîşan kir ku di kontrolên dawîn da nexweşiya wî cardin lê giran kiriye û wiha got: "Meha borî nexweşiya min cardin xera bû. Min vê hefteyê testeke din çêkir."
Abe diyar kir di rêvebirina dewletê da encam zehf girîng e û wiha axivî: "Ez nikarim biryarên xwe bi rehetî bidim. Min biryar da ku ji wezîfeya xwe ya ku 7 sal û 8 meh e dikim îstifa bikim".
- Îstifaya di 2007an da
Li gor nûçeyên di çapemeniya neteweyî da derketin hatibû destnîşankirin meha Tîrmehê da Abe li Serokwezîriyê xwîn vereşiyaye.
Li gor ajansa Kyodoyê Abeyê 65 salî salê du caran muayene dibû û ji serê Tebaxê vir va gelek kontrolên wî hatine kirin.
Abeyê di 2006an da cara ewil bûbû serokwezîr ji ber nexweşiya "îltihaba roviyan" di 2007an da dev ji wezîfeyê berdabû.
Abe Şînzoyê hatibû dermankirin pêşiyê bûbû serokê Partiya Demokrasiya Lîberal û di 2012an da jî vegeriyabû wezîfeya serokwezîriyê.