Nihat Kavşut
28 Tebax 2020•Rojanekirin: 29 Tebax 2020
Li Îranê ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di rojekê da 112 kes mirin û hejmara miriyan derket 21 hezar û 249an.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Sîma Sadat Lariyê di daxuyaniya xwe ya di televizyona dewletê da destnîşan kir ji ber şewba Kovîd-19ê 112 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 21 hezar û 249an.
Sîma Sadat Lariyê diyar kir 2 hezar û 115 nexweşên nû hatin tesbîtkirin û hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketine derket 369 hezar û 911an.
Lariyê destnîşan kir ku rewşa 3 hezar û 811 kesan giran e û got ku hejmara kesên heta niha başbûne jî derketiye 318 hezar û 270yî.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Sîma Sadat Lariyê diyar kir li welêt heta niha hejmara testên kirine gihîştiye 3 milyon û 161 hezar û 894an.
Li Îranê şewba Kovîd-19ê di 19ê Sibatê da cara ewil li bajarê Qûmê hatibû tesbîtkirin.