Emre Aytekin
08 Tîrmeh 2022•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2022
Serokwezîrê Japonyayê yê berê Abe Şînzo, di şahiya li bajarê Narayê hat kirin da, bi çekê hat birîndarkirin.
Li gorî nûçeya NHKya Televîzyona Dewletê ya Japonyayê, Abe beşdarî kampanyaya hilbijartinê ya namzedê Partiya Demokrat a Lîberal bû û li vir bi çek hat birîndarkirin.

Hat ragihandin rewşa Abeyê rakirin nexweşxaneyê ne baş e.
Serokwezîrê Japonyayê Abe Şînzo ku di navbera 2012-2020î da wezîfe kir, du sal berê bi hinceta tenduristiyê ji wezîfeya serokwezîriyê îstifa kiribû.