Sevgi Ceren Gökkoyun
20 Tebax 2026•Rojanekirin: 20 Tebax 2026
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump ragihand ku wî li dijî Îranê "operasyoneke aboriyê" ya nedîtî da destpêkirin û hişyarî da welatên ku piştgiriya rêveberiya Tehranê dikin ku ew ê jî bi encamên aborî yên giran ra rûbirû bimînin.
Trump di parvekirina li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da îdia kir ku ji bilî wî tu kesî firsenda pêkanîna rêkeftinekê neda Îranê.
Trump destnîşan kir ku Îranê nikaribû vê firsendê binirxîne û wiha got: "Ji ber vê yekê, ez îro operasyona aboriyê ya herî giran a ku heta niha li dijî welatekî hatiye sepandin radigihînim. Ev dê bibe şer û îzolasyoneke aboriyê ya nedîtî."
Trump îdia kir ku hêzên deryayî yên Îranê hatin îmhekirin, hêzên wê yên asîmanî hatin jinavbirin, fabrîqeyên wê yên leşkerî bûn kavil, pereyê wê bêqîmet bû û welat di rewşeke pir nazik da ye.
Serokê DYAyê Trump wiha domand:
"Ez îro wekî din radigihînim ku her welatê ku rê bide saziyên fînansê, şirket, balafirgeh an jî saziyên dewletê ku her cure alîkariyê bidin Îranê, ew ê jî bi encamên aboriyê yên pir mezin ra rûbirû bimînin. Qaçaxçîtiya petrolê, xetên swapê, transferên pereyê neqîd, buroyên dowîzê, sicîlên keştiyan, şirketên paravan, divê ev hemû demildest werin bidawîkirin. Hûn dizanin hûn kê ne."
Trump bal kişand ku ji bo îzolekirin û têkbirina gefa Îranê, pêdivî pê heye ku hemû hevalbend li rex DYAyê bisekinin û diyar kir ku Îran berteng bûye û ev tedbîrên dîrokî dê şiyanên welêt yên "belavkirina terorê li seranserî cîhanê" felc bikin.