Said İbicioğlu
15 Gulan 2021•Rojanekirin: 16 Gulan 2021
Serokê Filistînê Mehmûd Ebbas derbarê pêşhatên dawîn ên li Filistîn û herêmê peywendiyeke telefonê digel Serokê DYAyê Joe Biden encam da.
Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya Tevgera Fethê yê Berpirsê ji Têkiliyên bi Îsraîlê re Huseyn Şêx li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku Serokê Filistînê Ebbas peywendiyeke telefonê digel Serokê DYAyê Biden encam daye.
Şêx destnîşan kir ku Ebbas û Biden di peywendiyê de gotûbêj li ser pêşhatên dawîn ên Filistîn û herêmê kirine.
Hatibû ragihandin ku Serokê Filistînê Ebbas 13ê gulanê ji bo daxistina girjiya herêmê digel Wezîrê Karên Derve yê DYAyê Antony Bilinken axiviye.