Mehmet Tosun
10 Adar 2022•Rojanekirin: 11 Adar 2022
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê DYAyê Joe Biden bi peywendiyeke telefonê encam dan.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandina Serokomariyê di peywendiyê de tevî êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukraynayê, pêşhatên herêmî û têkiliyên dualî yên Tirkiye-DYAyê hatin gotûbêjkirin.
Serokomar Erdogan di peywendiyê de destnîşan kir ku hewlên wan ên ji bo pêkanîna çareseriya siyasî ya di navbera Rûsya Ukraynayê de didomin û tekezî li wê yekê kir li hember egera kûrtirbûna qeyranê, Tirkiye bi herdu aliyan re di lokasyoneke wisa de ye ku di warê lêgerîna çareseriyê de asankariyê dike.
Serokomar Erdogan anî ziman ku bi saya qenala ewlekariyê ya ku Tirkiyeyê vekir, bi mazûmvaniya Tirkiyeyê Wezîrên Karên Derve yên Rûsya û Ukraynayê îro li Antalyayê rasterast li hev rûniştin û ev mijareke gelekî giring e û bal kişand ser wê yekê ku lidarxistina civînê bi xwe jî serkeftineke demokrasiyê ye.
Erdogan îfade kir ku di wê heviyê de ye daxwaza Tirkiyeyê ya ku di warê kirîna 40 balafirên nû û modernîzasyona F-16an ji DYAyê kiriye di demeke kurt de bigihije encamê.
Serokomar Erdogan herwiha anî ziman ku ji zû ve wextê wê yekê hatiye hemî mueyyideyên belaheq ên li dijî Tirkiyeyê bên rakirin.