QAHÎRE
Li gor agahiya çavkaniyên Wezarata Karên Derve, Serokê Lijneya Rêberiya Teşkîlata Birayên Misilman (Îxwanê) Muhemed Bedîî li paytext Kahireyê ji hêla hêzên ewlehiyê ve li maleke ku herêma Nasir Cityyê ya ku nêzîkî Qada Adewiyeyê hat girtin.
Bedîî li ser biryara serdozgeriyê hat girtin û naqlî navenda ewlehiyê bû û piştî vê jî ew naqlî Girtîgeha El-Aqrebê ya ku pir baş tê parastin kirin.
8ê tîrmehê li ber Baregeha Muhafizên Serokomariyê leşkeran êrîşî xwepêşanên ku nimêja sibê dikirin kiribûn û 84 kes miribûn. Bedîî tê sûcdarkirin ku wî gel teşwîqî tundiyê kiriye.
Ji hêla din ve hêzên ewlehiyê duh li bajarê Luksorê li ser malan de girtin û 15 revebirên Îxwanê binçav kirin.