ANKARA
Li gor nûçeya APyê, rayedarên ku navê wan nehat eşkerekirin, gotin ku birêvebiriya DYAyê difikire ku 250 milyon dolar arîkariya aborî ku her sal dida Misrê, ji bo demekê rawestîne. Televîzyona CNNê ya Amerîkayê jî îdia kir ku birêvebiriya Obama arîkariyên ku dide Misrê ji nû ve saz dike, dê qismekî ji arîkariyên leşkerî jî ji bo demekê kêm bike.
Berdevkê Serokê Komîteya Binî ya Operasyonên Derve û Terxana Kongreyê Senator Patrick Leahy got ku agahiya ku dê arîkarî bê rawestandin gihiştiye wan û diyar kir ku lê tu biryar nehatiye dayîn ku arîkarî ji bo heta hetayê bê rawestandin.
Ev yek tê çi wateyê?
Tê şîrovekirin ku birêvebirî di mijara Misrê de bi saya vê pêngavê dê rehettir tevbigere. Li gor qanûnên DYAyê, heke rewşa li Misrê wek derbeyê bê binavkirin, birêvebirî heta ku li Misrê birêvebiriyeke demokratîk ava nebe, nikare tu arîkariyan bike. Lêbelê heke birêvebiriya Obama fonên arîkariyê ji nû ve saz bike, heya ku berjewendiyên wê hebin, dikare arîkariyê bide. Di nûçeya CNNê de hat diyarkirin ku heke artêşa Misrê şidetê rawestîne, birêvebirî jî dikare arîkariyan dîsa bide destpêkirin.
Rêvebirî hefteya pêş me dê agahiyê bide kongereyê
Hat diyarkirin ku birêvebirî dê der barê mijarê de hefteya pêş me agahiyê bide kongreyê û endamên kongreyê jî, di mijara rawestandina arîkariyên leşkerî de li hev nakin.
Li gor lêkolînekê ji sedî 51ê gelê Amerîkayê şûna ku zext û zorî li Misrê bê kirin, dixwazin ku arîkariya leşkerî bê rawestandin.