Serokê Meclisa Neteweyî ya Iraqê Ûsame Nûceyfiyê ku ji aliyê Serokê Meclisê Cemîl Çîçek ve hat vexwendin Tirkiyê got ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên her diçin dibin sedema qeyranê, divê bi hev re bê tevgerîn.
Nûceyfî hevdîtinên xwe yên li Enqereyê temam kirin û berî çûyîna Stenbolê li balafirgehê daxuyanî da nûçegihanan û destnîşan kir ku ew digel parlamenterên komên siyasî yên cuda hatin Tirkiyê û der barê mijarên ku her du welatan eleqader dikin de hevdîtin kirin.
Nûceyfî bi bîr xist ku bi Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan, Serokê Meclisê Cemîl Çîçek û Wezîrê Karên Derve re hatin bal hev û diyar kir ku hevdîtinên wan erênî derbas bûn.
Qeyrana Sûriyê
Nûceyfî îfade kir ku bi wezîfedarên tirk re der barê qeyrana Sûriyê de jî hevdîtin kirin û got: "Ji bo ku qeyrana Sûriyê belavî ser hemî herêmê nebe û ji bo çareserkirina qeyranê divê Tirkiye, Îran, Iraq û Erebistana Siûdî bi hev re tevbigerin. Ez hêvîdar im ku em di pêşerojê de bigihêjin encameke baş."
Nûceyfî diyar kir ku ew li hemberî mudaxeleya leşkerî ne û wiha dewam kir: "Em jî li cem gelê Sûriyê û rejîmeke demokratîk in. Divê yên li dijî gelê bêguneh û bêsûc çekên kîmyewî bi kar anîn, bên cezakirin. Bi bûyerên tund li Sûriyê tu çareserî pêk nayê. Me der barê Sûriyê de, pêşniyarên xwe yên aştîxwaz pêşkêşî Tirkiye û Iraqê kirin."
Nûceyfî da zanîn ku digel Serokê TBMMê Cemîl Çîçek li ser komîsyoneke xebatê ya hevpar jî xebitîn û got: "Me Serokê TBMMê vexwend Iraqê."