Önder Beyter
12 Mijdar 2018•Rojanekirin: 13 Mijdar 2018
TEHRAN
Li Îranê pêşnumaya zêdekirina hejmara parlamenteran ku dê ji 290î derkeve 330î di Komîsyona Karûbarên Navxweyî yên Meclisê û Meclisên Parêzgehan da hat pejirandin.
Parlamenterê Îsfehanê û Endamê Komîsyona Karûbarên Navxweyî yên Meclisê û Meclisên Parêzgehan Asgar Selîmî di daxuyaniya xwe da ragihand ku pêşnuma dê di nava 10 rojan da were lijneya giştî ya meclisê û dê bikeve ber dengdayînê.
Selîmî diyar kir, pêşnumaya der heqê zêdekirina hejamara parlamenteran ku dê ji 290î derkeve 330î da di komîsyonê da hat pejirandin û ji bo heyeta serokatiyê hat pêşkêşkirin. Selîmî herwiha got ku reşnivîsa pêşnumayê li parlamenteran hat belavkirin da ku li ser lêkolînê bikin.
Selîmî di daxuyaniya xwe ya ku da Ajansa Nûçeyan a Meclisa Îranê (ICANA) da diyar kir ku li gorî verastkirina nû, paytext Tehran di serî da hejmara parlamenterên 20 eyaletan dê zêde bibe.
Selîmî herwiha bal kişand, sedemên zêdekirina hejmara parlamenteran ne bi tenê mezinbûna bajaran û zêdebûna nifûsê ne û wiha got, "Sedema herî girîng a vê gavê ew e ku di temsîlê da edalet çêbe."