27 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 27 Rêbendan 2017
BANJUL
Serokê nû yê Gambiyayê Adama Barrow vegeriya welatê xwe.
Li Gambiyayê di 1ê Kanûna 2016an de hilbijartin çêbû û Adama Barrow zora serokê berê yê Gambiyayê Yehya Jammeh bir. Lê Jammeh nexwest serokatiyê bihêle û 19ê mehê 90 roj rewşa neasayî ragihandibû. Piştî ku hêzên navneteweyî jî tevlî mijarê bûn û hêza eskerî ya ECOWASê ket axa Gambiyayê Jammeh qanih bû ku welat terk bike.

Piştî ku çend roj berê Jammeh bi malbata xwe re welat terk kir Barrow ji Senegalê vegeriya Gambiyayê.
Serokê nû ji hêla xelkê ve bi pêşwaziyeke germ hat qebûlkirin.