27 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 27 Rêbendan 2017
WASHINGTON
Donald Trumpê Serokê DYAyê di hevpeyvîna di kanala Fox Newsê da fikra xwe ya "Divê DYA sepandina vizeyê ya ji bo penaberan bi prosedurên ewlehiyê yên tund qaîm bike."
Trump piştî reşenivîsa biryarnameyeke serokatiyê di raya giştî da belav bû, van fikrên xwe û tevdîvên dixwazin hildin, parast.
Li gor biryarnameyê DYA hemû bernameyên xwe yên der barê penaberan da ji bo 120 rojan dixwaze bide sekinandin û heta telîmateke din penaberên ji Sûriyeyê neyên qebûlkirin.
Trump di hevpeyvîna xwe da wiha got: "Hemû însanên tên welat niyeta wan xirab nîne, lê yên niyeta wan xirab e, hene. Ev îş îşê şensê nîne."
Li gor biryarnameya tê texmînkirin bi destê Trump sibê bê îmzekirin ji bo kesên ji Sûriye, Iraq, Libya, Îran, Sudan, Somalî û Yêmenê tên DYAyê vizeya Amerîkayê ya ji bo 30 rojan nayê dayîn û heta telîmateke din penaberên ji Sûriyeyê neyên qebûlkirin.