06 Adar 2016•Rojanekirin: 07 Adar 2016
HARTUM
Hat ragihandin ku qelbê Serokê Partiya Kongreya Gel a Sûdanê Hesen et-Turabî sekinî û li Hartûma paytextê Sûdanê rakirin nexweşxaneyê, lê Turabî di 84 saliya xwe da wefat kir.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên partiyê hat hildan, nişkava qelbê Turabî girt û li nexweşxaneyê wefat kir. Hatibû daxuyandin ku Turabî nişkava aciz bibû û ew li nexweşxaneyê hildabûn çaviya nexwaşiyên giran.
Turabî kê ye?
Hesen Ebdullah et-Turabî li Sûdanê serokê herî girîng ê hereketa îslamî tê nasîn. Bi hinceta ku ji bo îslamiyetê bixe rojevê li dijî hikûmetê kampanya da destpêkirin, di sala 1970yî da hat girtin. Turabî 7 salên xwe bi mehkûmî derbas kir. Di sala 1989an da li Sûdanê "şoreşa îslamê" çêbû û Turabî wek mîmarê vê şoreşê hat bîranîn. Turabî heta 1999an serokatiya Meclisa Millî ya Sûdanê kir, paşê ji rêvebiriya Serokomar Omer el-Beşîr qetiya û Partiya Kongreya Gel a Sûdanê ava kir.
Turabî herî dawî bi hinceta ku bêhizûriyê derdixe û piştgiriyê dide bûyerên şidetê di rêbendana 2011an da hatibû girtin.