06 Adar 2016•Rojanekirin: 08 Adar 2016
QAHIRE
Li Misrê Teşkîlata Birayên Misilman (Îxwan) seba Serokê Partiya Kongreya Gel a Sûdanê Hesen et-Turabî peyama sersaxiyê belav kir.
Di peyamê da seba mutefekîrê îslamê Hesen et-Turabiyê ku di nava hereketa îslamî da kesekî sembol bû û ji ber krîza dîl wefat kir, hat gotin ku li dû jiyaneke tije îctihadên siyasî û fikrî gihîşt Rebbê xwe û wiha hat dewamkirin, "Serê Sûdanê, malbata wî, xwendekarên wî û heskiriyên wî bira sax be."
Serokê Partiya Kongreya Gel a Sûdanê Hesen Ebdullah et-Turabiyê ku li Sûdanê wekî girîngtirîn lîderê tevgera îslamî dihat zanîn, piştî ku krîza dil derbas kir, li Hartûma paytexta Sûdanê ew rakiribûn nexweşxaneyê. Hatibû ragihandin ku Tûrabî li vir di 84 saliya xwe da wefat kir.