Emre Aytekin
19 Mijdar 2026•Rojanekirin: 19 Mijdar 2026
Serokê Dewleta Çînê Şî Cînpîng bi Serokê Amerîkayê Donald Trumpê ku ji bo Civîna Hevkariya Aboriya Asya Pasîfîkê (APEC) ya li bajarê Şincinê tê lidarxistin serdana welêt kiriye ra civiya.
Ev hevdîtin piştî serdana Trump a ji bo Pekînê ya di meha Gulanê da û serdana Şî ya ji bo Washingtonê ya di meha Îlonê da kiribûn, îsal dibe hevdîtina sêyemîn a di navbera her du serokan da.
Civîna APECê ya 33yemîn li bajarê Şincinê ya eyaleta Guangdongê ya Çînê tê lidarxistin.
APECa ku ji 21 aboriyên li herêma Pasîfîkê pêk tê, civîna xwe ya ewil di sala 1993an da kiribû.
Çînê berê jî di sala 2001ê da li Şanghayê û di sala 2014an da jî li Pekînê mazûvaniya vê civînê kiribû.
Di çarçoveya civînê da tê plankirin ku îro hevdîtineke sêalî ya di navbera serokên Çîn, Rûsya û Amerîkayê da çêbibe.