Di navbera CSÎM û hikûmeta Filipînê de di 27ê adarê peymana aştiyê dê bê îmzekirin. Der barê vê de jî hêviyên şervanên Moroyî gelek in û ji ber ku dê dest bi jiyana sivîl bikin bi kelecan in.
Nûçegihanê AAyê li gel leşkerên endamên CSÎMê çû qampa Efganê û dîmenên perwerdehiya leşkerî yên şervanên moroyî kişand.
Endemên CSÎMê diyar kirin ku heya niha tu nûçegihan neketiye vê qampê û di sala 1999an de hêzên hewayî yên Filipînê êrîşî qampa Efganê kiriye û 200 leşkerên wan mirin û gotin: "Piştî van êrîşan em kêfxweş in ku ev şer bi peymana aştiyê dawî dibe."
Serokê leşkerî yê kampa Efganê Yûsuf Haşîm daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku bi hêvîdarî li peymanê mêze dikin.
"Êdî em naxwazin bibin şervan, em dixwazin bibin dayik"
Di nav şervanên moroyî de jinên bi formayên leşkerî û çekan perwerde dibînin jî hene.
Fermandara Liwaya Alîkar ya îslamî ya Jinan ya Bangsamoro ku ji 10 hezarî zêdetir endamê wê hene (LAÎB) Wilma Madatoyê li kampa Darapanana nêzî bajarê Katabatoyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê. Madatoyê got ku êdî naxwazin bibin şervan û di xwazin bibin dayik.