ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay diyar kir ku ji bo Filîpîna ku ji ber bagera Haiyanê xirab bû kon, betenî, alavên mitbexê û tiştên din jî di nav de bi tevahî 65 ton alîkarî hat şandin.
Atalay li Balafirgeha Esenbogayê ya ku alikarî dê li wir bi balafirekî ve bê şandin daxuyaniyek da.
Atalay ragihand ku hejmara miriyan bi zelal nayê zanîn lê Hêyva Sor a Filîpînê diyar kiriye ku 200 - 300 hezar kes mirin e. Atalay diyar kir ku Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan jî telgrafek ji Serokê Dewleta Filîpînê re şandiye û xemginiya xwe anîye ziman û gotiye ku Tirkiye ji bo alîkariya wan amade ye.
Atalay wiha Axivî: "AFAD ji serê sibê ve dixebite. Alavên alikariyê ji kon, betenî û tiştên mitbexê pêk tê û tevahî bi qasî 65 tonî ye. Bi balafireke Aîrbus ya 330 kargoyê ve em alikariyê dibin. Dibe ku zedetir hewcedarî hebe. Em dê van tespît bikin û dû re bi alikariya AFAD û TÎKAyê wan bişînin."
Atalay piştî daxuyaniyê çû Filîpînê.