HEWLÊR
Elî Bapîrê Serokê Partiya Civaka Îslamî (Komel) ya li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) diyar kir ku pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê guherînên mezin derxist holê û got ku divê ev yek berdewam bike.
Bapîr beşdarî 3yemîn Kongreya Asayî ya partiya xwe ya ku li Hêwana Kongreyê ya Aftarê ya li Hewlêrê hat lidarxistin bû û wir axivî. Bapîr got "Pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê divê berdewam bike. Guherînên ku bi vê pêvajoyê derketin holê gelekî girîng in. Heyamên berê gelê kurd bi êşkenceyên gelekî giran û zilmê re rû bi rû ma. Lê belê em dibînin ku niha şertên cuda serdest in."
Bapîr qal kir ku kurd divê wekî tirk, ereb û farsên ku li Rojhilata Navîn dijîn xwedî mafên tabiî bin û destnîşan kir ku wek partî piştgiriyê didin biratiya gelan û xurtbûna çanda bihevrejiyanê.
Bapîr li ser hewla serxwebûnê ya Mesûd Barzaniyê Serokê HKIyê jî sekinî û wiha axivî: "Serxwebûn mafê tabiî yê gelê kurd e. Lê belê serxwebûn bi gotin û dirûşmeyan nabe. Bi pilaneke baş, bername û bingeha aboriyê dibe. Ji bo vê divê em her cure amadehiyên xwe bikin. Her wiha divê destûreke bingehîn a ku divê hemû pirsgirêkan çareser bike, hebe. Divê teqez hêzeke me ya çekdar û dîplomasiyeke me ya xurt hebe."
Serokê Komelê Bapîr der barê lihevkirina Hewlêr û Bexdayê û mijara neşandina budçeyê de wiha axivî:
"Hikûmeta Iraqê divê li gor destûra bingehîn tevbigere. Divê birêvebiriya herêma Kurdistanê jî şefaf be. Divê karê xwe bi awayekî baş û li gor qanûnan bike. Heke her du alî girêdayî peymanê bimînin ji bo têkiliyên Hewlêr û Bexdayê dê pêngaveke gelekî girîng bê avêtin."
Bapîr di axaftina xwe de DYA bi desttêwerdana bi karên navxweyî yên welatên îslamê bi taybetî ya Iraqê sûcdar kir û got ku biryara darvekirinê ya ku der heqê Mûrsî de hat dayîn, geşedanên li Misrê, pevçûnên li Libyayê û nediyariya ku li welatên din berdewam dike mirov dixe nav fikaran.
Berdevkê Partiya Civaka Îslamî Peywend Omer daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku kongre dê 3 rojan berdewam bike û 787 delege dê deng bidin. Omer qal kir ku siyaseta ku dê ji niha pê ve bê kirin dê li kongreyê bê diyarkirin û birêvebir jî dê li gor bernameya nû bên diyarkirin.
Di vekirina kongreyê de ji bo pêşmergeyên ku di têkoşîna li dijî DAEŞa rêxistina terorê de mirin dia hatin kirin û ji bo wan fatîhe hatin xwendin.