HEWLÊR
Serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) Mistefa Hîcrî der barê banga çekdanînê ya ji bo PKKyê de got ku "Li welatekî heke qenalên siyasî vekirî bin bikaranîna çekan rast nîne. Li Tirkiyeyê şertên ku kurd bikarin xebatên sivîl bikin, çêbûne. Heke derfeta kurdan ji bo siyaseta sivîl hebe rast nîne ku serî li çekan bidin."
Serokê PDKÎya ku xebatên xwe li Hewlêrê dike Hîcrî der barê banga çekdanînê û lihevkirina di muzakereyên nukleerê de yên bi welatên 5+1ê û Îranê re de daxuyanî dan nûçegihanê AAyê.
Hîcrî diyar kir ku Tirkiyeyê di mijara demokratîkbûn û azadiyan de pêngavên girîng avêtin û got ku kurd ketin hilbijartinê li parlementoyê tên temsîlkirin û wiha axivî:
"Li Tirkiyeyê atmosfera ku bikarin xebatên sivîl bikin hene. Kurd dikarin bi rêya hilbijartinê nûnerên xwe bişînin parlementoyê. Piraniya şaredariyên li herêmê di destê HDPyê de ne. Li parlementoyê jî gelek parlementer derxistin."
Hîcrî got "Rewşa Îran û Tirkiyeyê ji hev gelekî cihê ne" û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Heke li welatekî qenalên siyasî vekirî bin bikaranîna çekan rast nîne. Li Tirkiyeyê şertên ku kurd bikarin xebatên sivîl bikin, çêbûne. Heke derfeta kurdan ji bo siyaseta sivîl hebe rast nîne ku serî li çekan bidin. Heke şertên li Tirkiyeyê li Îranê jî hebûna dê me wek partî biryarên gelek cuda bigirtana."
Mistefa Hîcrî qal kir ku wek kurdên îranî dixwazin ku bi birêvebiriya Tehranê re diyalogê daynin û wiha axivî: "Lê belê Îran di maseya diyalog û muzakereyê de nûnerê me kuşt. Ebdûrrehman Qasimlo û Ebdûllah Qedrî Azerê ku me çend roj beriya niha di salvegera mirina wan de ew bi bîr anîn, li ser daweta Îranê çûn Awistiryayê û ser maseya hevdîtinê hatin kuştin. Îran ji maf û hiqûqa kurdan bawer nake. Îtibarê nade azadî û demokrasiyê. Xwezî derfeteke wisa çêbûya ku me bikariya pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bikira."
-Peymana muzakereya nukleer a ku bi Îranê re hat kirin
Hîcrî li ser peymana ku di encama muzakereyên nukleerê yên ku di navbera Îran û welatên 5+1ê de hatin kirin jî sekinî û wiha axivî: "Îran ji aliya aboriyê bi qeyranekê re rû bi rû ye. Ji ber wê jî mecbûr ma ku hemû şert û mercên rojava qebûl bike. Ji bo ku ambargo bê rakirin Îran teslîm bû. Heke ne Îran wekî mafekî dibîne ku bibe xwediyê çekên nukleer. Dema ku firsend dît jî di vê yekê bike."
Hîcrî îdia kir ku bi peymana navborî rê vebû ku Îran bêtir arîkariya rejima Beşşar Esed a li Sûriyeyê, şiiyên li Iraq, Lubnan û Yêmenê bike û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Îran bi peymanê dê 100 milyar dolar pereyê xwe yên li bankayên dinyayê bi dest bixe. Ev jî dê rê veke ku bêtir arîkariya mutefîkên xwe bike. Dê xirakirin û bobelatên li Rojhilata Navîn zêde bibin. Heke Îran ji aliyê aboriyê ve xurt bibe dê alozî û şerên li Rojhilata Navîn zêde bibin."
Hîcrî diyar kir ku Îran ji xwe re "du dijminên xeyalî" îcad kirine û wiha axivî:
"Yek kom û camîeya sunî ne. Îran van wekî dijminan dibîne. Ya duyem jî welatên rojava, bi taybetî DYA. Îran îdia dike ku DYA dixwaze ku wî xira bike. Ji bo van dijminan dixwaze ku bibe xwediyê çekan."
Hîcrî li ser ziyareta xwe ya DYA û Almanyayê jî sekinî û ev agahî dan:
"Me ji van welatan pirs kir ka dê piştî peymana bi Îranê re çi be. Me got ku divê dinya û DYA li hember zilma Îranê ya ser kurdan bêdeng nemîne. DYA û Almanyayê gotin divê bêtir arîkariya kurdan bikin. Lê belê gotin ku arîkarî divê şert û mercên her welatan bên kirin."
Serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê Mistefa Hîcrî got dixwazin ku bi Îranê re di nav têkiliyê de bin, hin têkiliyên wan hene lê belê hêj negihane tu encamê.