03 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2015
BRATÎSLAVA
Robert Ficoyê serokwezîrê Slovakya, destnîşan kir ku biryara Yekîtiya Ewropayê (YE) ya sîstema dabeşkirina penaberan bi sîstema kota bi ser welatên endam ve, birine Dîwana Dadê ya Ewropayê.
Fico piştî Civîna Encûmena Wezîran, ji rojnamenûsan ra axivî û got, "Me, ji bo pûçkirina biryara Komîsyona Ewropayê ya ku dixwaze '120 hezar penaberî li gorî sîstema kotayê bi ser welatê endam ve dabeş bike', li Dîwana Dadê ya Ewropayê doz vekir."
Fico anî ziman ku biryara kotayê ya bi neçarî, tê wateya binpêkirina hiqûqên YEyê û got, "Mafê beşdarbûnê yê meclisa neteweyî ya welatên endam di pêvajoya biryardanê da tê binpêkirin."