06 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2017
ANKARA
Wezîrê YEyê û Sermizakerevan Omer Çelîk der heqê biryara ku li Lijneya Giştî ya Parlementoya Ewropayê der barê Tirkiyeyê da hat dayîn, wiha got, "Di vê raporê da helwestên siyasî yên yekalî yên hin welatan bi mantiqa hevpeymanekê cih girtiye. Ev rapor, raporeke sabotajê ye, ji hevkariyê dûr e, armanca wê sabotekirina peywendiyan e. Ji ber hindê em rapora Parlementoya Ewropayê mîna herdu salên borî îsal jî tune dihesibînin. Dema rapor gihîşt ber destê me, emê bi tu awayî nenirxînin û herwiha dê bêyî tu guhertin were îadekirin."
Wezîr Çelîk, rapora pêşketina sala 2016an a der heqê geşepêdanên Tirkiyeyê yên di warê pêvajoya endametiya YEyê da, ku Parlementoya Ewropayê qebûl kir, nirxand.
Çelîk bal kişand ku di raporê da gotinên ne objektîf û ewle hene û herwiha rapora ku bi destê Komîsyona Ewropayê hat amadekirin, nirxandina Parlementoya Ewropayê ye.
Çelîk diyar kir ku Parlementoya Ewropayê biryareke siyasî da û wiha dewam kir, "Di vê raporê da helwestên siyasî yên yekalî yên hin welatan bi mantiqa hevpeymanekê cih girtiye. Ev rapor, raporeke sabotajê ye, ji hevkariyê dûr e, armanca wê sabotekirina peywendiyan e. Ji ber hindê em rapora Parlementoya Ewropayê mîna herdu salên borî îsal jî tune dihesibînin. Dema rapor gihîşt ber destê me, emê bi tu awayî nenirxînin û herwiha dê bêyî tu guhertin were îadekirin."