Türkan Tosun
21 Nîsan 2019•Rojanekirin: 22 Nîsan 2019
Serokê Dewleta Srî Lankayê Maîthrîpala Sîrîsena piştî êrîşên li dêr û otelan û 2 teqînên din ên ku paşê çêbûn telîmat da ku li hemberî van berpirsyarên bûyerên terorê bitund bê tevgerîn.
Sîrîsena wiha daxuyand: "Min telîmat da li hemberî kesên ji vê komployê berpirsyar in bi awayekî tund bê tevgerin."
Maîthrîpala Sîrîsena got wî ji hemû ewlekariyê û hêzên ji parastinê xwestiye ew ji bo qanûn û nîzamê hemû gavan bavêjin, van êrîşên adî lêkolîn bikin û berpirsyaran bigrin.
Serokê Dewleta Srî Lankayê Sîrîsena bangî welatiyan kir ku ew aram tevbigerin, guh nedin nûçeyên derew.
Li gor nûçeya rojnameya herêmî Daily Mirrorê Sîrîsena ferman daye ku qedexeya derketina derva bi saeta herêmî 18.00an pê va dest pê bike û heta sibê saet 06.00an dewam bike.
Di nûçeyê da hat gotin teqîna 8emîn li banliyoya Dematogoyê ya li paytext Colomboyê çêbû.
Hikûmet ji bo ku rê li ber nûçeyên derew bigre malperên medyaya civakî yên di nav da Facebook û Instagram jî hene heta demekê girt.
Îro serê sibê li dêra St. Anthony's a li Kochchikadeyê, li dêra St.Sebastian a Katanayê, li dêreke Battîcaloayê yên ku tê da merasimên Paskalyayê dihatin kirin û li otelên pênc stêrk ên Shangrî La, Cînnamon Grand û Kîngsburyê yên li paytext Colomboyê êrîş hatibûn kirin.
Ajansa Şînhuayê daxuyandibû di êrîşên dêr û otelan da 185 kes mirin û 469 kes jî birîndar bûn.
Piştî êrîşên serê sibê li banliyoya Dehiwalayê ya li paytext Colomboyê nêzî baxçeyê heywanan teqîneke 7emîn çêbûbû.
Piştî teqîna li baxçeyê heywanan teqîna 8emîn çêbûbû û li welêt derketina derva hatibû qedexekirin.
Tu kesî berpirsyariya van êrîşan yên ku jê du heb êrîşên xwekujiyê ne qebûl nekir.